Weqfa Karwana Hêvîyê du bîrên avê li bakurê Afganistanê da vekirin

Weqfa Kerwana Hêvî (Umut Kervanî Vakfî) ku li Afganîstanê kampanyaya alîkariyê ya mirovî daye destpêkirin, roja şemiyê li parêzgeha Kunduza libakurê Afganistanê du bîrên avê vekirin.

Ekleme: 20.03.2022 11:40:34 / Güncelleme: 20.03.2022 11:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wek li gelek deverên cîhanê, li gelek herêmên Afganîstanê jî di gihandina ava paqij de zehmetiyên mezin hene.

Bîrên avê yên ku ji hêla xêrxwazan ve hatine vekirin li herêmên ku di gihîştina ava paqij de bi zehmetiyan re rû bi rû ne, xelkê kêfxweş dikin.

Bi piştgiriya xêrxwazan Weqfa Kerwana Hêvîyê ku saziyeke alîkariyê ya navneteweyî ye ku navenda wê li bajarê Stenbola Tirkiyeyê ye, li gundên Aynalmecar û Ernezerê yên navçeya Çar Dara ya Kunduzê du bîrên avê da vekirin.

Piştî merasima vekirinê rayedarên Weqfê, Qur'ana Kerîm dan zarokên ku li mizgeftên gundan perwerdeya Îslamî dibînin.

Weqf li arsaya camîya li gundê Kawçîya bajara Şîbîrganê  ji bo him cemaata camîyê û him jî ehlê gund karibin jê îstîfade bikin temela bîrê avê da avêtin.

Melayê mizgefta gund  ji weqfê xwest ku mizgefta ku zêdeyî sed zarok tê de qursa xwendina Quranê dibînin bê tamîrkirin û kêfxweşiya xwe ji projeya kolandina bîreke avê nîşan da û ji xêrxwazan re dua kir.

Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê Cemal Çinar di merasîma danîna kevirê bingehîn ê bîrê de axivî û ji bo xêrxwazan teşekkur kir. (ÎLKHA)