Estonya, Letonya û Lîtwanya dîplomatên Rus dersînor kirin

Estonya, Letonya û Lîtwanya daxuyandin ku ew 10 dîplomatên Rus dersînor kirin.

Ekleme: 18.03.2022 16:25:34 / Güncelleme: 18.03.2022 16:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Wezareta Karên Derve ya Estonyayê ve hat daxuyandin ku ew gazî Sefîrê Rusyayê yê li Estonyayê kirin û 3 xebatkarên ku di Sefîrxaneyê de xwedîyê statûya dîplomatîkê ne kesên ku nayên daxwazkirin hatin îlankirin.

Edgars Rînkevîcsê Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê jî daxuyand ku ew derheqê 3 xebatkarên Sefîrê Rus de qirara dersînor kirinê girtin.

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Lîtwanyayê ve jî hat daxuyandin ku ew Alexey Isakovê Sefîrê Rusyayê yê li Lîtwanyayê gazî wezaretê kirin û ji wî re nota dan. (ÎLKHA)