Ewrupa Yetîm Elî li Efxenîstanê alîkarîya xwarinê belav kir

Ewrupa Yetîm Elîyê ku li çar alîyê dinyayê li reng, irq, dîn û li zimanê însanan nanêre û ji mixtacan re alîkarîyê dike, vê carê jî li wîlayeta Kunduza Efxenîstanê ji bi sedan malbatên mixtac re alîkarîya kolîya xwarinê kir.

Ekleme: 18.03.2022 10:30:43 / Güncelleme: 18.03.2022 10:30:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

STKyên ku li hemû herêmên Tirkîye û li çar alîyê dinyayê ne, ji bona ku alîkarîyê ji însanên Efxenîstanê yên mexdur û tinebûnîyê da ne re bikin xwe seferber kirin.

Ewrupa Yetîm Elî, ji xelqê Efxenîstanê yê ku ji ber 20 sale îşxalkirina Emrîqayê ketine nav tinebûnîyê re gohên xwe kerr nekir û çavên xwe negirtin.

Ew ji malbatên ku ji berê de hatibûn tespîtkirin re alîkarîya kolîyan kirin, ew di demeke nêz de di hinek wîlayetên cuda de jî ji êtîman re alîkarîya cilan û li kampan jî alîkarîya nan ew ê bikin.

Mehmet Nurullah Gunaydinê Temsîlkarê Tirkîyê yê Ewrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axivî û di axavtina xwe de îfade kir ku ew bi alîkarîyên ku xêrxwaz dane wan van alîkarîyan kirine.” (ÎLKHA)