Panama: Rusya, li 3 keştîyên me yên ku li Behra Reş bûn hedef girt

Ji teref Norîel Arauzê Wezîrê Deryadarî yê Panamayê ve hat daxuyandin ku ji 3 keştîyên wan re li Behra Reş bi fuzeyên Rusyayê êrîş hat kirin.

Ekleme: 17.03.2022 10:55:37 / Güncelleme: 17.03.2022 10:55:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Arauz di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku 10 keştîyên bi ala Panamayê ji ber herba Rusya û Ukraynayê hê li Behra Reş in û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Em dizanin ku  bi fuzeyên Rusyayê  êrîş li 3 keştîyên me hatine kirin; encex temamê mirettebatê di ewlehîyê de ne, lê xesarek meddî çêbûye.”

Arauz dîyar kir ku li derdorê Behra Reş nêzê 200 û 300 heb keştîyên neteweyên dinê hene û Rusya jî nahêle ku bila wan keştîyan ji li wê derê vegerin.

Çapemenîya Panamayê destnîşan kiribû ku keştîyek di nav talûkeya bin avbûnê de ye û di 2 keştîyên dinê de jî xesarek meddî yê bi cidî pêk hat. (ÎLKHA)