Ji teref Walîtîya Êlîhê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di encama operasyona ku li ser rêya Dîyarbekir-Bêdlîsê hat lidarxistin de, di nav otobûseke ku navbajaran de seyehetê dike de 62 koçber hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku otobûs 15 roj ji trafîqê hat menkirin û ji fîrmeya otobûsê re jî mueyyîdeyên îdarî hat tetbîqkirin.
Hat ragihandin koçberên ku hatin qefaltin piştî miameleyên xwe ji Îdareya Koça Bajara Êlîhê re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)