Di nav otobûseke de 62 koçber hatin qefaltin
Li Êlîhê di nav otobûseke ku hatibû sekinandin û tê de lêgerîn hatibû kirin de jê 60 kes jê Efxenî, yek jê Îranî û yek jî Bangledaşî tev de 62 kes hatin qefaltin.
Ji teref Walîtîya Êlîhê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di encama operasyona ku li ser rêya Dîyarbekir-Bêdlîsê hat lidarxistin de, di nav otobûseke ku navbajaran de seyehetê dike de 62 koçber hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku otobûs 15 roj ji trafîqê hat menkirin û ji fîrmeya otobûsê re jî mueyyîdeyên îdarî hat tetbîqkirin.
Hat ragihandin koçberên ku hatin qefaltin piştî miameleyên xwe ji Îdareya Koça Bajara Êlîhê re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)