NY: Hêjmarên kesên ku ji Ukraynayê revîyane milyonekî derbas kir

Fîlîppo Grandîyê Komîserê Bilind ê Miltecîyan yê NYê got ku ji ber qrîza ku li Ukraynayê heye hêjmarên wan kesan ku ji Ukraynayê revîyane ji milyonekî derbas kir.

Ekleme: 03.03.2022 11:30:31 / Güncelleme: 03.03.2022 11:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsertîya Bilind a Miltecîyan ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku hêjmarên wan kesên ku ji Ukraynayê revîyane bû milyonek.

Komîsertîya Bilind a Miltecîyan ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ew texmîn dikin ku hêjmarên miltecîyên Ukraynayê ew ê bibe 4 milyon, ew destnîşan kirin ku wisa xuya dibe ku ew ê hêjmar ji texmîna wan jî zêdetir bibe.

Grandî di berdewama daxuyanîya xwe de got ku miltecîyên ku ji Ukraynayê derdikevên piranî diçin Polonyayê. (ÎLKHA)