Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê: 3 hezar û 500 leşkerên Rûs hatin kuştin

Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê ragihand ku 14 balafirên şer ên Rûsyayê ji aliyê artêşê ve hatine xistin û 3 hezar û 500 leşkerên Rûsyayê jî hatine kuştin.

Ekleme: 26.02.2022 12:05:30 / Güncelleme: 26.02.2022 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di roja sêyemîn a şerê Rûsya û Ûkraynayê de windahiyên mezin pêk tên. Li paytexta Ûkraynayê dengê çek û teqînên dijwar tên bihîstin.

Wezareta Karên Hundir a Ukraynayê derheqê pevçûnan de daxuyaniyeke nû da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro danê sibê saet 06:00 li gorî saeta herêmî, artêşa Ukraynayê li seranserê welêt 3 hezar û 500 leşkerên Rûsyayê kuştine û 14 balafirên şer û 8 helîkopter jî xistine xwarê.

Hat diyarkirin ku pevçûn berdewam dikin û hat gotin ku 102 tank û 536 wesayîtên zirxî yên Rûsyayê hatine rûxandin. (ÎLKHA)