Nîjerya êrîş li Nîjerê kir: 12 sîwîl canê xwe ji dest dan

Hêzên Nîjeryayê êrîş li sînora Nîjerê kir, di encama êrîşê de 12 sîwîlên ku di nav wan de zarok jî hebûn canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.02.2022 13:55:32 / Güncelleme: 21.02.2022 13:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Chaîbou Aboubacarê Walîyê Maradîyê destnîşan kir ku êrîş li gundê Nachadéyê ku li herêma Maradîyê ye pêk hat.

Çapemenîya Nîjerê îfade kir ku êrîş ji teref Hêzên Nîjeryayê ve hat lidarxistin û di encama êrîşê de 4 jê zarok tev de 12 kes canê xwe ji dest dan.

Hinek mirovan jî îfade kirin ku hêzên Nîjeryayê dabûn pey komekî çekdarî û sîwîlan jî bi bêhemdî hedefgirtin.

Ji teref rayedarên Wezareta Parastina Nîjeryayê ve hat daxuyandin ku operasyon kirina li derveyê welat ji prensîbê wan re tersê, ji ber vê yekê ew ê vê meselê lêgerîn bikin. (ÎLKHA)