• DOLAR 32.207
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2530.495
  • ...
Nîjerya êrîş li Nîjerê kir: 12 sîwîl canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Chaîbou Aboubacarê Walîyê Maradîyê destnîşan kir ku êrîş li gundê Nachadéyê ku li herêma Maradîyê ye pêk hat.

Çapemenîya Nîjerê îfade kir ku êrîş ji teref Hêzên Nîjeryayê ve hat lidarxistin û di encama êrîşê de 4 jê zarok tev de 12 kes canê xwe ji dest dan.

Hinek mirovan jî îfade kirin ku hêzên Nîjeryayê dabûn pey komekî çekdarî û sîwîlan jî bi bêhemdî hedefgirtin.

Ji teref rayedarên Wezareta Parastina Nîjeryayê ve hat daxuyandin ku operasyon kirina li derveyê welat ji prensîbê wan re tersê, ji ber vê yekê ew ê vê meselê lêgerîn bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir