Dayîka Muhammed Şakîrê Yusufî: Ji bona ku kurê xwe bibînim min mirinê jî da ber çavê xwe

Dayîka Muhammed Şakirê ku 30 sale benda derketina kurê xwe sekinîye, ji bona derketina kurê xwe li pêşîya girtîgehê li benda kurê xwe disekinî, dayîk got ku "Ji bona ku ew kurê xwe bibîne mirinê jî daye ber çavê xwe."

Ekleme: 19.02.2022 12:05:30 / Güncelleme: 19.02.2022 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Şakirê ku berî vê 30 salan ji teref hêzên tarî ve hatibû binçavkirin û ketibû zindanê, di dema derketinê de gelek eqrebe, hevalên wî yên de’wê û kesên ku  jê hez dikin hatibûn pêşîya Girtîgeha Girtîya Tîpa D ya Dîyarbekir.

Di nav wan kesên ku Şakir pêşîwazî dikirin de Xanim Şakîra dayîka wî ya nexweş û birayên wî jî hebûn.

Malbata Şakîrê ku çend sale hêvîya azadîya Muhammed Şakîr in, wî bi kêfxweşî û bi şikir pêşîwaz kirin. Ew ji hevalên Şakir yên ku ew jî benda derketina Muhammed Şakîr sekinîne re teşekkurên xwe kirin.

Dayîka Xanim Şakîr jî di dema sekinandina derketina kurê xwe de îfade kir ku ew 30 sale gelek zehmetî û pirsgirêkan kişandine lê dîsa jî ji Xwedê re hemd dikin.

“Dema ku ez li malê disekinîyam min bawer nedikir ku ew ê bibe sibe ”

Dayîka Şakîr di axavtina xwe de weha got, “Dema ku kurê min Muhammed ket hepsê 26 salî bû. Niha porê wî sipî bûye û diranên wî ketine. Me di nav wî 30 salî de gelek ezîyet, zehmetî û pirsgirêkan kişand lê dîsa jî ji Rebbê me re hezar car şikir be.”

Dayîk Xanim îfade kir ku ew dema xebera derketina kurê xwe girtîye gelek kêfxweş bûye û ew axavtina xwe weha domand, “Ez nexweşbûm lê dîsa jî min mirina xwe da ber çavê xwe û ez hatim. Ez ji bona xatirê wî hatim. Dema ku ez li malê disekinîyam min bawer nedikir ku ew ê bibe sibe . Hemd ji Rebbê alemê re be, Xwedê Teala bila him wî û him jî ummeta Muhammed mihafeze bike.”

Erol Şakîrê birê Muhammed Şakiri jî îfade kir ku ew 30 sale ji bona ku biçin girtîgehê û bi birayên xwe re hevdîtinê bikin, rêyên bi kîlometreyan çûne û li çar alîyê Tirkîye li girtîgeha gerîyane.

“Em ji wan hevalên de’we yên ku me tenê nehêştine re teşekkur dikin”

Şakir dema axivî jî dilzîz bû lê dîsa jî ew got ku, “Ji Rebbê alemê re ku vê rojê nîşanê me da ye re bi hezaran hemd û sena bibe. Em niha gelek kêfxweşin.”

Şakir di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em ji wan hevalên de’we yên ku di wan demên zehmet de me tenê nehêştine re teşekkur dikin. Niha jî vaye hûn dibînin ku hevalên wî yên de’wê li vê derê ne. Di vê demajoyê de ji me re bi me’newî gelek alîkar bûbûn. Xwedê Teala ji hemûyan razî bibe.”

Ramazan Şakîrê ku birê Muhammed Şakîr yê dinê ye jî di axavtina xwe de got ku ew ji bona gihîştandina birê xwe gelek kêfxweşin û ji bona wan Yusufîyên dinê yên ku hê di girtîgehê da ne re jî daxwaz kir ku bila ew bi lez û bez azad bibin. (ÎLKHA)