Muhammed Şakir Xoce gihîşt azadîya xwe

Muhammed Şakir Xoceyê ku di salên 1990î de di encama kumpasên ku ji teref hêzên tarî ve hatibû kirin de ketîbû zindanê, li Dîyarbekirê di girtîgeha ku tê de bû de bi pêşewazîya gelek mirovan gihîşt hurrîyeta xwe.

Ekleme: 19.02.2022 10:30:32 / Güncelleme: 19.02.2022 10:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Şakirê ku 30 sal di zindanê de maye û wî zindanê kirîye wek medreseyê, li Girtîgeha Girtîya Tîpa Dyê ya Dîyarbekir gihaşt azadîya xwe.

Şakir dema ku ji girtîgehê de derket ji teref gelek mirovan ve bi tekbîran hat pêşîwazkirin.

Di nav wan kesên ku Muhammed Şakir Xoce pêşîwazî dikirin de dayîka wî Xanim Şakîr ya ku di ‘emrê xwe yê îxtîyar û wê halê xwe yê nexweş de hatibû girtîgehê, hevalê wî yên Zindanê Îbrahîm Xelîll Gov û Abdullah Zengîn jî hebû.

Di dema derketina Muhammed Şakir Xoce de kêlîyên bi dilzîz çêbû.

Muhammed Şakîr Xoce, dema ku ji girtîgehê derket bi tekbîran hat pêşîwazkirin û dû re çû cem dayîka xwe ya îxtîyar û nexweş, ew dest û nigên dayîka xwe maç kir. Xoce û dayîka wî bi dil û can û bi histêr hev du hembêz kirin.

Xoce, piştî ku dayîka xwe dît û hevdû hembêz kirin re  çû cem hevalên xwe yên ku di seatên serê sibê de li hevîya wî û derketina wî sekinîne. Bi wan hevalên xwe re silav li hev kirin û  hev dû hembêz kirin. Di vê demê de hat dîtin ji kêf û kederê hêstir ji çavên  Muhammed Şakîr Xoce barîya.

“Ev de’we ew qas bi qîmet e ku ne ku 30 sal, 300 sal jî be mirov ji bona vê de’wê diakre feda bike”

Muhammed Şakir Xoce piştî hevdîtinan ji çapemenîyê re axavtinek kir û ji wan mirovên ku di seatên serê sibê de li benda derketina wî sekinîne re teşekkur kir û weha got, “Ev de’we de’weyekî mezin e. Ev de’we ew qas bi qîmet e ku ne ku 30 sal, 300 sal jî be mirov ji bona vê de’wê dikare feda bike.”

Şakîrê 56 salî, di sala 1992yan de di meha Cotmehê de ji teref hêzên tarî ve hatibû binçavkirin û wek hevalên wî yên zindanê yên dinê îşkenceyan dît û piştî darizandinên bi salan ji wî re cizaya miebbet a giran hatibû dayîn. (ÎLKHA)