Li Brezîlyayê lehî: 6 kes mirin

Li herêma Rîo de Janeîroyê ji ber barîna baranê lehî rabû, di encama lehîyê de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.02.2022 15:30:32 / Güncelleme: 16.02.2022 15:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rogerîo Marînhoyê Wezîrê Pêşketina Herêmî yê Brezîlyayê di medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku, çemên bajara Petropolîsa ku li herêma Rîo de Janeîroyê ye ji ber barîna baranê lehî rabû û di encama lehîyê de 6 kes mirin û li 52 navenda jî hezaz pêk hat.

Morînho di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew bi rayedaran re di nav danûstandinê da ne û ji wan kesên ku ji lehîyê tesîrdar bûne re, ji wan kesên ku li cîhê xeternak dijîn re û ji wan kesên ku bê mal mane re jî ew ê alîkarîyê bikin.

Tê destnîşankirin ku li herêmê barana ku di nav mehekî de gerek bibarîya di nav 6 seatan de barîyaye.

Li gorî daxuyanîya ku ji Midirtîya Îtfaîyeyê hatîye belavkirin, hê 3 kes winda ne û 120 endamên îtfaîyê jî li cîhên hezazê xebatên lêgerînê dikin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya welêt hatine bidestxistin, li herêmê di lehîya ku sala 2011an de pêk hatibû de ji 900 kesan zêdetir miroz miribûn û ji 100î zêdetir mirov jî winda bûbûn. (ÎLKHA)