Ji sîteya înternetê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê re êrîşa sîberî hat kirin

Hat destnîşankirin ku di navbera sîteyên ku êrîş li wan hatine kirin de sîteya Hêzên Çekdar ê Ukraynayê û sîteya du wezîran jî hene.

Ekleme: 16.02.2022 09:35:29 / Güncelleme: 16.02.2022 09:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê meselê de ji teref Navenda Komunîkasyona Stratejîk a Ukraynayê ve daxuyanîk hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat gotin dibe ku di pey êrîşê de Rusya hebe.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ji sîteyên Wezareta Parastina Ukraynayê û Hêzên Çekdarê ya Ukraynayê re êrîşa sîberî hat kirin, ji ber sedema êrîşa sîberî di Prîvatbank û Oşadbankê înternetê de jî pirsgirêk çêbûn.

Di tarîxa 14ê Çileyê de jî ji hinek sîteyên înterneta Ukraynayê re êrîşa sîberî hatibû kirin. (ÎLKHA)