Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin

Di encama xebatên ku fealîyetên PKKê bên eşkerekirin de li navenda Şirnexê û li navçeya Cizîrê li çend edresan operasyon hat kirin.

Ekleme: 15.02.2022 10:25:28 / Güncelleme: 15.02.2022 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan da 6 şikdarên ku hatine tespîtkirin ew di unsûrên ciwanî ya rêxistinê de fealîyetan kirine hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyanîyê di encama lêgerînên ku li edresan hatine kirin de, gelek malzemeyên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)