Li Muxla û Îzmîrî gelek koçber hatin xelaskirin

Li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê û li navçeya Dalaman û Marmarîsa Muxlayê gelek koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin hêla Tirkîyeyê hatin xelaskirin.

Ekleme: 15.02.2022 10:25:28 / Güncelleme: 15.02.2022 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li navçeya Seferîhîsarê 588, li navçeya Marmarîsê 43, li navçeya Dalamanê 19 koçber ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve hatin xelaskirin.

Hat ragihandin koçberên ku hatine rizgarkirin piştî muameleyan ji Midirtîya Îdareya Koç a Bajar re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)