Li Efxanistanê aşît: 19 kes mirin

Li eyaleta Kunara Efxanistanê di encama aşîtê de herî kêm 19 kes mirin.

Ekleme: 08.02.2022 09:09:50 / Güncelleme: 08.02.2022 09:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Dangamê ya eyaleta Kunarê qewimî. Rayedaran ragihandin ku li herêmê di encama aşîtê de 20 kes di bin berfê de mane û heta niha cenazeyên 19 kesan hatine derxistin.

Li herêmê her sal di mehên zivistanê de  ji ber berfê aşît çêdibe û ev yek dibe sedema mirina gelek kesan. (ÎLKHA)