Weqfa Yetîman ji bo gelê mezlûm ê Îdlibê ku di konan de dijîn re alîkarî belav kir

Weqfa Yetîman ji bo gelê Îdlibê ku di bin şert û mercên dijwar de dijîn, ji bomberdûmana Rûsya û rejîma Sûriyeyê rizgar bûn û li konên li nêzî sînorê Tirkiyeyê bi cih bûn, alîkariya sotemenî, mal û pere belav kir.

Ekleme: 31.01.2022 09:05:26 / Güncelleme: 31.01.2022 09:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Yetîman a ku li çar alîyê cîhanê alîkariyê dide bi sed hezaran sêwî, êtîm û sêwîyan, alîkariyên mirovî gihand gelê Îdlibê ku yên di bin şert û mercên dijwar ên zivistanê de di konan de dijîn.

Nûnerê Weqfa Yetîm-Dera Rihayê Celalettin Kiliç, diyar kir ku wan alîkariyên mal û pere li gelê mezlûm ê Îdlibê belav kirin.

Kiliç wiha got: "Me bexşên birayên xwe Rihayî yên Misliman ên ku bi cure û neqdî bexş kirin, ji kesên ku di konan da dijiyan re anî. Xweda ji wan kesên ku di vê roja sar a zivistanê de birayên me yên li vir ji bîr nakin razî be. Divê em zanibin ku dema em di nav nivînên xwe yên germ de radizên, zarokên li vê derê bi terlikan digerin.Ji bo alîkariya xwişk û birayên xwe yên li vir hinek lêçûnên xwe kêm bikin. Bifikirin ku zarokek we li vir dijî, wan wek yê xwe bihesibînin.Li cem Xweda arikariya we vala dernakeve, Xweda jê razî be.” (ÎLKHA)