Li Porto Rîkoyê kelek bin av bû: 10 kes winda bûn

Hat destnîşankirin ku li Porto Rîkoyê kelekek bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de ji 10 kesan xeber nayê girtin.

Ekleme: 29.01.2022 09:10:27 / Güncelleme: 29.01.2022 09:10:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li welatê Porto Rîkoyê ku girêdayê DYAyê ye kelekek bin av bû.

Hat destnîşankirin ku  17 kes hatin xelaskirin û tê texmînkirin ku 27 koçber jî ji Komarîya Domînîkê bin.

Ji teref rayedaran ve hat dîyarkirin ku ji bo wan 10 kesên winda li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)