Li Porto Rîkoyê kelek bin av bû: 10 kes winda bûn
Hat destnîşankirin ku li Porto Rîkoyê kelekek bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de ji 10 kesan xeber nayê girtin.
![Li Porto Rîkoyê kelek bin av bû: 10 kes winda bûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/f0MIJDa4dzu6U8INXJsT7Qs4Tu0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/04/li-porto-rikoye-kelek-bin-av-bu-10-kes-winda-bun-7cc528c6.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li welatê Porto Rîkoyê ku girêdayê DYAyê ye kelekek bin av bû.
Hat destnîşankirin ku 17 kes hatin xelaskirin û tê texmînkirin ku 27 koçber jî ji Komarîya Domînîkê bin.
Ji teref rayedaran ve hat dîyarkirin ku ji bo wan 10 kesên winda li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)