Qatar: Di esasên meseleya hevdîtinên Balafirgeha Qabîlê de li hev hat kirin

Ji teref Efxenîstanê ve hat daxuyandin ku Tirkîye û Qatar, derheqê esasê meseleyên bireveberî û xebitandina Balafirgeha Qabîlê de li hev kirin.

Ekleme: 28.01.2022 09:55:11 / Güncelleme: 28.01.2022 09:55:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya niviskîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Qatarê ve hat belavkirin ku ew di hinek meseleyên esasî de li hev kirine, dawîya mizakereya ku bê kirin jî ew ê dê hefta hatî li Dohayê bê tertîpkirin.

Hikumeta Efxenîstanê, hefta dawîn li Qabîlê bi lijneyên Tirkîye û Qatarê re derheqê mesela bireveberî û xebitandina Balafirgeha Qabîlê de mizakereyan kiribû.

Civîna 3yemîn jî li Dohayê paytexta Qatarê hatibû tertîpkirin. (ÎLKHA)