Li Efxanistanê êrîşa bombeyî

Di encama êrîşa ku li Herata Efxanistanê hat kirin de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.01.2022 09:20:23 / Güncelleme: 23.01.2022 09:20:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê êrîşa ku hat kirin de ji teref Midûrtîya Efxanistanê ya Heratê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li hember mînîbûsa ku tê de sîwîl hebûn êrîşa bombeyî hat lidarxistin.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)