Li Ûkraynayê ji sîteyên înternetê yên Wezîran re êrîşa sîberî hat kirin

Oleg Nîkolenkoyê Berdevkê Wezaretê Karên Derveyê yê Ûkraynayê ragihand ku ji ber êrîşa sîberî, hinek sîteyên înternetê yên sazîyên kamûyê û hinek wezîran nayê şixulandin.

Ekleme: 14.01.2022 15:55:29 / Güncelleme: 14.01.2022 15:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Oleg Nîkolenko di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ev êrîş doh pêk hatîye û ew ji bona pirsgirêkê çareser bikin jî xebatan dikin.

Di êrîşa ku ji teref qorsanên sanal ve hatine kirin de derheqê wan qorsanên ku di êrîşê de çi agahî bidestxistine de daxuyanîyek nehat dayîn.

Hat destnîşankirin ku piştî êrîşê qontrolên ewlehîyê ew ê car din bên qontrolkirin.

Hat îfadekirin ku kahnîya êrîşa sîberî hê nayê zanîn. (ÎLKHA)