Li Tunusê derketina derve ew ê 2 heftê bê qedexekirin

Meqamên Tunusê, ji bona ku belavbûna Coronavîrusê asteng bikin, ji sibê şûnda di navbera seatên 22.00-05.00an de derketina derve ew ê qedexe bikin.

Ekleme: 13.01.2022 11:55:26 / Güncelleme: 13.01.2022 11:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî qerarnameya ku ji teref Tunusê ve hatine weşandin, bi tevî roja 13ê çileyê di navbera seatên 22.00-05.00an de derketina derve yên xelqê bê qedexekirin. Di navbera van seatan de hemû xebat û fealîyetên tîcarî û şîrketên dewletê jî bên sekinandin.

Meqamên Tunusê qirarekî dinê jî dan ku ew ê çalakîyên bi komî jî bên îptalkirin an jî bên astengkirin, ewlehîya sînor jî bê zêde kirin.

Hat destnîşankirin ku ew ê qedexe du hefte bê sepandin, lê dema ku îxtîyacî çêbibe dibe ku bê dirêjkirin.

Li Tunusê di demên dawîn de hêjmarên weqayan zêde dibe.

Welatê ku nifusa wî 12 milyon e, ji serê pandemîyê heta niha  749 hezar û 832 weqa hatin tespîtkirin, 700 hezar nexweş baş bûn, zêdetirî 25 milyon kes jî canê xwe ji dest dan. zêdetirî 6 milyon însan jî vaksîna Coronavîrusê bûn. (ÎLKHA)