Alîhan Smaîlov bû Serokê nû yê Qazaxistanê

Ji ber îstîfakirina Hikûmeta Askar Mumîn di hikumetê de valahî pêk hatibû, ji bona ku ev valahî bê rakirin Alîhan Smaîlov namzed hatibû nîşandan ku namzedbûna wî hat qebulkirin.

Ekleme: 11.01.2022 12:35:28 / Güncelleme: 11.01.2022 12:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hikûmeta Askar Mumîn, ji ber protestoyên ku bi zema LPGê hatibû destpêkirin îstîfa kiribû.

Ji bona ku ev valahîya hikumetê ji holê bê rakirin, ji teref Serokkomar Qasim Comert Tokayev ve di Civîna Giştî yê Meclîsa Qazaxistanê de Alîhan Smaîlov namzed hat nîşandan.

Smaîlovê ku di dema hikumeta berê de wezîfeya Alîkarîyê Serokwezîrê kirîye û di dema valabûna hikumetê de jî serokatîya hikumetê kirîye, bi yekîtîya rayan raya “erê” girt û bû Serokwezîrê Dema 12emîn a Qazaxistanê.

Hat destnîşankirin ku Samaîlov, di demên cudayî de wezîfeyên Serokatîyê Komîsyona Îstatîstîkê, Wezîrtîyê Malîyê û Alîkarîyê Serokwezîrê jî kirîye. (ÎLKHA)