Avrupa Êtîm Elî li Xarpetê ji malbatan re kolîya xwarinê belav kir

Avrupa Êtîm Elî, li navenda Xarpetê, navçeya Palu û Qovanciyan ji 70î malbatên êtîm re kolîya xwarinê belav kir.

Ekleme: 10.01.2022 16:20:13 / Güncelleme: 10.01.2022 16:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Avrupa Êtîm Elîyê ku ji êtîman re parêzmendîyê dike û navê xwe li temamê cîhanê bi alîkarîyên ku dike daye hesandin li bajara Xarpetê jî ji êtîman re kolîya xwarinê belav kir.

Mehmet Can Kilicê Dildarê Sazîya  Alîkarîyê yê Avrupa Êtîm Elîyê yê Xarpetê derheqê belavkirina kolîyên xwarinê de weha axivî:

“Ez ji wan dildarên Weqfa Êtîmê yên di warê belavkirina kolîyan de ji me re alîkarî kirine re teşekkur dikim. Di rewşeke wisa ya ku mirov tê de  îdareya xwe bi zorê derbas dike , malbatên me yên êtîm jî ji vê zorîtî û tengasîyê tesîrdar bûne. Ji ber vê yekê me nikaribû çavên xwe ji vê rewşê re bigirta. Me jî kolîyê xwe yên xwarinê ku ji teref xêrxwazên derdorê Xarpetê ve hatine standin û ji teref Avrupa Êtîm Elîyê ve hatîne şîyandin belav kir. Bi îzna Xwedê em ê wan alîkarîyên xwe berdewam bikin. Me malbatên xwe jî zîyaret kir û ji wan re kolîya xwarinê belav kir. Li navenda Xarpetê 40, li navçeya Qovancilarê 20 û li navçeya Paluyê jî ji 10 malbatên xwe yên êtîm re kolîyên xwarinê belav kir. Derheqê alîkarîyê de ku çi ji destê me bê em ê bikin.” (ÎLKHA)