Li Madagaskarê helîkopterekî leşkerî ket xwarê: 4 kes winda bûn

Helîkoptera Hêzên Hewaya Madagaskarê, li nêzî bakura giravê ket xwarê.

Ekleme: 21.12.2021 16:09:36 / Güncelleme: 21.12.2021 16:09:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Wezareta Parêzgeha Madagaskarê, helîkoptera ku 4 kes tê de bûn û ji wan yek yekî desthilatdarê leşkerî yê payebilind e ket xwarê.

Hat destnîşankirin ku helîkoptera ku ji bona derheqê gemîya ku doh ketibû binê avê de zanahî bidin Serokwezîr, di dema hatina  hevdîtina serokwezîr de li herêma Fenerîve-Estê yê bakura Madagaskarê ket xwarê.

Hat ragihandin ku heta niha ji 4 kesan xeber nehat û ji bona ku ew 4 kes bên dîtin jî xebatên lêgerînê hatîye destpêkirin.

Doh, gemîyeka ku 130 rêwîyê wî hebû li herêma bakura Madagaskarê ketibû binê avê û herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)