Karwana Hêvîyê ya Cizîrê êtîman kêfxweş kir

Karwana Hêvîyê ya Cizîrê di çarçoveya fealîyetên xwe yên li navçeya Cizîra Şirnexê de, ji êtîman re alîkarîya cilên zivistanê û solan kir.

Ekleme: 16.12.2021 16:40:05 / Güncelleme: 16.12.2021 16:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Cizîrê bi alîkarîyên xwe êtîman kêfxweş kir.Komele bi projeya “Qapûtek û Botek” ji êtîman re alîkarî kir.

Servet Adlimê Serokê Karwana Hêvî yê Cizirî derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em salê 12 meh ji bo mixtacan fealîyetên alîkarîyê dikin. Em bi alîkarîya xêrxwazan ji mirovên mixtac re  qapûtek û botekî wek alîkarîya cilên zivistanê belav kir.”

Adlim destnîşan kir “Dema ku dilê wan kêfxweş bibe em jî kêfxweş dibin.” (ÎLKHA)