Marufê ku ji Wezîrên Kurdistana Iraqê ye: Xebat û fikrên sîyasî yên HUDA PARê me kêfxweş dike

Aydin Marufê Wezîrê Mesulê yê Çêbûna Dînî û Qewmî yê Kurdistana Iraqê îfade kir ku , ew xebatên HUDA PARê teqîp dikin, xebat û fikrên sîyasî yên HUDA PARê wan kêfxweş dike.

Ekleme: 16.12.2021 09:50:26 / Güncelleme: 16.12.2021 09:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heyeteke HUDA PARê yê ku  Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêr ê HUDA PARê û Bahattîn Temelê Şêwirmendê Serokê Giştî yê HUDA PARê serokatî dikir, Aydin Marufê Wezîrê Mesulê yê Çêbûna Dînî û Qewmî yê Kurdistana Iraqê zîyaret kir.

Wezîr Maruf di zîyaretê de axavtinek kir, di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew zanin ku HUDA PAR di Tirkîyê de partîyekî muhîm e û weha axivî , “Em HUDA PARê teqîp dikin, xebat û fikrên sîyasî yên HUDA PARê me kêfxweş dike. Ji bona ku Kurd û Tirk bi hev re jîyan bikin gelek sebeb hene. Em daxwaz dikin ku bila di nav Tirkîyê û Bireveberîya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de minasebetekî bi qewet çêbibe.”

Abdussamed Yalçin destnîşan kir ku bila esasên biratîyê yên HUDA PARê di nav Tirkîyê û Bireveberîya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de bibe navberekî û Yalçin weha li axavtina xwe berdewam kir, “Em bi tenê ji bo hilbijartinan xebat nakin. Bi sîyasî û sazîyên sîwîl yên li Tirkîyê û herêmê  minasebetên me yên baş hene.” (ÎLKHA)