Erdogan diçe Qeterê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê di 6-7ê Kanûnê de serdana Qeterê bike.

Ekleme: 05.12.2021 13:50:30 / Güncelleme: 05.12.2021 13:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomar Erdoganê ku dê di serdaneke xebatê ya 2 rojan da here Qeterê, dê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed Al Sanî ra bicive.

Di hevdîtinê de tê diyarkirin ku peywendiyên her du welatan di hemû waran de bên gotûbêjkirin. Di vê serdanê de derbarê asayîşa kûpaya cîhanî ya ku li Qeterê tê lidarxistin de jî dê gotûbêj bên kirin û tê destnîşankiin ku di vê serdanê de li ser mijarên herêmî û navneteweyî danûstandineke berfireh were kirin.

Ji aliyê din ve Erdogan ragihand ku dê di meha Sibatê de serdana Îmaratê bike. (ÎLKHA)