Yekîtiya Afrîkayê qedexeyên rêwîtiyê yên ji ber "Omicron" şermezar kir

Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Musa Faki Mahamat, di daxuyaniyekê de got, "Em qedexeyên rêwîtiyê yên ku ne zanistî û ne jî aqilê hevpar in şermezar dikin û meydanê dixwînin."

Ekleme: 02.12.2021 09:05:27 / Güncelleme: 02.12.2021 09:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê  Musa Faki Mahamat bertek nîşanî qedexeyên rêwîtiyê yên ku li hin welatên parzemînê ji ber guhertoya Covid-19 omicron hatine danîn, da.

Mahamat di dauxyanîya ku belav kir de wiha got: "Me ji Neteweyên Yekbûyî re got ku ti bingeheke zanistî ya qedexeya seyahatê tune ye. Ev guherto beriya ku li Afrîkaya Başûr bê tesbîtkirin hat dîtin ku li Ewropayê ye. Ji bo rakirina qedexeya çûnûhatinê ya ji bo welatan çi ji destê me tê em ê bikin.".

Gelek welatan piştî ku di 25ê Mijdarê de li Afrîkayê varyanta omicronê hat tespîtkirin re ji çûyîn û hatina li hinek welatên Afrîkayê qedexe kiribûn. (ÎLKHA)