Yekîtiya Alimên Misilman: Welatên Ereb ên ku bi dagirkeran re hevkariyê dikin karekî heram dikin

Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê diyar kir ku ji bo hin welatên ereb heram e ku bi siyonîstên îşxalker ên ku misilmanan qetil kirin re hevkariyê bikin.

Ekleme: 28.11.2021 09:45:11 / Güncelleme: 28.11.2021 09:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku li ser navê Sekrterê Giştî yê Yekîtiya Aliman Prof. Dr. Alî Qeredaxî hat belavkirin de derbarê mijarê de  wiha hat gotin: "Peymanên hevkariyê yên welatên wek Îmarata Erebî (Îmarat) û Fasê ya bi Rejîma Siyonîst a îşxalker re û şopandina wan gavên pratîk karekî heram e. Her wisa ev hevkarîya ku bi siyonistan re tê kirin ji sozên Selahaddînê Eyûbî re ji Hazretî Omer û ji mafên gelê Filistînê re îxanet e.”(ÎLKHA)