UNICEF: Li Afganîstanê 14 mîlyon zarok bi kêmxwarinê re rûbirû mane

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Afganîstanê nêzî 14 mîlyon zarok bi kêmxwarinê re rûbirû mane û ev rewş ji bo zarokan bûye metirsiyeke ciddî.

Ekleme: 21.11.2021 11:30:16 / Güncelleme: 21.11.2021 11:30:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

UNICEF destnîşan kir ji 14 milyon zarokên ku bi kêmxwarinê re rûbirû mane milyonek zarok ketine sînora mirinê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber xizanî û betaliya li welêt zarok neçar man di karên cuda de bixebitin û bi hezaran zarok jî di bin xetereya nexweşiya sorikê de ne.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî  ragihand ku li Efxanîstanê hejmara kesên ku bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû ne herî kêm 18,8 mîlyon e û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê ev hejmar derkeve 22,8 mîlyonî.

Piştî ku Talîbanê rêveberiya welat girt dest, alîkariya navneteweyî ya ji bo Afganîstanê qediya.(ÎLKHA)