Li Meksîkayê 65 cenaze hatin dîtin

Li bajarê Alvaradoya girêdayê eyaleta Veracruzê di goreke veşartî de 65 cenaze hatin dîtin.

Ekleme: 18.11.2021 08:15:29 / Güncelleme: 18.11.2021 08:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran diyar kirin ku ji bo tespîtkirina sedema mirina cenazeyên ku hatine derxistin polês û dozger lêkolîn dane destpêkirin. Hat ragihandin ku li ser cenazeyan eşyayên şexsî, kartên bankê û agahiyên nasnameyê hatin dîtin.

Tê texmînkirin ku di navbera salên 2011-2012’an de di encama rûbirûbûna çeteyan de ev kes hatine kuştin. Li eyaletên Veracruz, Sinaloa, Colima, Guerrero û Sonora gelek gorên veşartî hatine dîtin. Ji 94 hezar û 500 kesên ku li welêt winda bûne hê jî tu xeber tuneye.

 Ji ber şerê ku di sala 2006’an de li Meksîkayê li dijî kartelan hat destpêkirin hê jî didome, heta niha zêdetirî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)