YN ji ber pevçûnê li Etîyopyayê re banga agirbestê kir

Stephan Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Neteweyî, derheqê pevçûna li Etîyopyayê de endîşa xwe anî ziman.

Ekleme: 03.11.2021 17:20:32 / Güncelleme: 03.11.2021 17:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Stephan Dujarric di daxuyanîya xwe da got  îstîqrara Etîyopyayê û herêmê di nav talûkê da ye û ji bona qedandina pevçûnê ji endamên hikûmetê û Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê (TPLF) re banga dîyaloga neteweyî kir.

Etîyopya, ji ber êrîşên Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê li welatê rewşa awartê îlan kiribû û gotibû di nav rojekî de dê  li Meclîsa Temsîlkarên Etîyopyayê bê îlankirin.

Abîy Ahmedê Serokwezîrê Etîyopyayê, ji bona vê rewşê mizakere bikin bi rayedarên welat re hevdîtin kiribû.

Tê destnîşankirin ku ji ber êrîşên rêxistina çep a Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê,  alîkarîya însanî ji herêmê re nayê şandin û ji ber vê yekê ji 400 hezar zêdetir însan dibe ku ji ber birçibûnê bimrin.(ÎLKHA)