• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
YN ji ber pevçûnê li Etîyopyayê re banga agirbestê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Stephan Dujarric di daxuyanîya xwe da got  îstîqrara Etîyopyayê û herêmê di nav talûkê da ye û ji bona qedandina pevçûnê ji endamên hikûmetê û Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê (TPLF) re banga dîyaloga neteweyî kir.

Etîyopya, ji ber êrîşên Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê li welatê rewşa awartê îlan kiribû û gotibû di nav rojekî de dê  li Meclîsa Temsîlkarên Etîyopyayê bê îlankirin.

Abîy Ahmedê Serokwezîrê Etîyopyayê, ji bona vê rewşê mizakere bikin bi rayedarên welat re hevdîtin kiribû.

Tê destnîşankirin ku ji ber êrîşên rêxistina çep a Cepheya Xelasîya Xelqê Tîgrayê,  alîkarîya însanî ji herêmê re nayê şandin û ji ber vê yekê ji 400 hezar zêdetir însan dibe ku ji ber birçibûnê bimrin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir