Li Elezîzê 2 kesên ku mînîbusê li wan da jiyana xwe ji dest dan

Li Elezîzê mînîbusek li 2 kesên ku dixwestin derbasî wî alîyê rê bibin qelibî.

Ekleme: 30.10.2021 07:55:26 / Güncelleme: 30.10.2021 07:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

2 kesên ku di encama bûyerê de birîndar bûn li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gundê Elmapinarî yê ser rêya Elezîz-Bîngolê Recep Akpinar û Gullu Kokercûn ên ku xwestin derbasî wî alîyê rê bibin, mînîbusa bi plaqeya AAS 664 a  li wan da. Akpinar û Kokercun ên di qezayê de birîndar bûn li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Piştî lêkolîna li cihê qezayê cenaze ji bo otopsiyê hatin birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.(ÎLKHA)