Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îspanyayê kir

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Pedro Martineth Balyozê nû yê Îspanya li Iraqê kir.

Ekleme: 22.09.2021 17:05:33 / Güncelleme: 22.09.2021 17:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li postê wî yê nû da kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyeke ji bo serxistina erkê wî û xwesta Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Îspanya dûpat kir, her wiha bi kurtî hinek zanyariyên di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê xiste rû.

Balyozê Îspanya hêvî xwest bikarê peywendiyên Îspanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran da ber bi pêş ve bide bi taybetî jî li warê aborî û bazirganiyê da û dûpat kir ku hana kerta taybet û kompanyayên welatê xwe dide ji bo sermayeguzarî û veberhênanê, her wiha sosretiya xwe bi avadanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasiya li welat, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û gef û metirsiyên Da’îş, mijareke dinê hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)