31 kesên ku ji xwarina dawetê bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê

Hat ragihandin li Enqerê 31 kesên ku xwarina dawetê xwarin û bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê.

Ekleme: 22.08.2021 09:55:12 / Güncelleme: 22.08.2021 09:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Polatliya Enqerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 31 kesên ku zarok jî di nav wan de hebûn û  xwarina dawetê xwarin û bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn rewşa kesên ku hatin rakirin nexweşxanê baş e.(ÎLKHA)