31 kesên ku ji xwarina dawetê bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê
Hat ragihandin li Enqerê 31 kesên ku xwarina dawetê xwarin û bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê.
Bûyer li navçeya Polatliya Enqerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 31 kesên ku zarok jî di nav wan de hebûn û xwarina dawetê xwarin û bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa kesên ku hatin rakirin nexweşxanê baş e.(ÎLKHA)