Li Xarpêtê qeza: Kesek mir 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Qovancîya Xarpêtê wesayîtek qeza kir.

Ekleme: 12.07.2021 13:05:16 / Güncelleme: 12.07.2021 13:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li derketina navçeyê derdora seat 09.30î de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BDN 377 a ku ji Stenbolê dihat û ber bi Çewligê ve diçû ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê ji kontrolê derket û qeza kir. Di encama qezaya ku pêk  hat de pîreka 90 salî ya bi navê Selvî Sevîm canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)