Ji ber DEDAŞê di navbera gundî û cendirmeyan de rageşî derket

Li navçeya Dêrika Mêrdînê DEDAŞ bi hinceta deynê cotkaran trafoyên ceyranê rakir.

Ekleme: 09.07.2021 14:30:33 / Güncelleme: 09.07.2021 14:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên DEDAŞê yên ku digel cendirmeyan hatin gundê Mentêşîya Mezin ceyrana li gund bi hinceta deynê ceyranê ya cotkaran ceyranê gund qut kir û trafoyên bîrên avdanê yên li herêmê yên cotkaran rakir.

Ji ber rakirina trafoyan di navbera gundî û cendirmeyan de rageşî derket. Lewra cotkarên ku li herêmê debara xwe bi çandinîyê dikin naxwastin ku ceyrana wan bê qutkirin. Ji ber rageşîya ku derket cendirmeyan di hewayê de gule berdan.

Cotkarên ku ji heqê zêde yên ceyranê gazinan kirin destnîşan kirin, ew desteka ku ji teref wezaretê ve ji bo wan hatiye şandin hatiye blokekirin ku ew nikarin desteka ku ji wan re hatiye şandin bikşînin.

Ji ber rageşî û geşedanên li herêmê gundî û cotkar gazin û gilîyên xwe di bin navê #KızıltepedeNeOluyor  de li ser tora medyaya civakî  anîn zimên.(ÎLKHA)