Îshak Saglam:Divê mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û Kurdî bibe zimanê fermî

HUDA PARa ku bi şîara “Pêşî Însan, Pêşanî Edalet” derket qada siyasetê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn dest pê kir.

Ekleme: 02.06.2021 12:15:39 / Güncelleme: 02.06.2021 12:15:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di kongreya ku berdewam dike de axavtinek kir û balan kişand li ser mesele û mafên Kurdan.

Saglam di axavtina xwe ya ku kir de derheqê meseleya Kurd û mafên Kurdan ên ku nayên dayîn de wisa got: “Ji bo mesele û problem ji kokê bê çareserkirin divê ew pênasa welatîbûnê ya ku li gor qewmekî hatiye kirin û  di makezagonê de cî digire divê bê guhartin. Ew zihniyeta ku nasname û mafên Kurdan nabîne û nas nake bi şikleke kamil ji holê ranebûye. Ji bo çareserîya meseleyê divê ji Kurdan re mafê perwerdehîya zimanê zikmakî bê dayîn û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî.”(ÎLKHA)