HUDA PAR: Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn derheqê êrîşên siyonistên terorîst, berxwedana Filistînîyan û geşedanên dawî yên li Filistînê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 19.05.2021 15:30:47 / Güncelleme: 19.05.2021 15:30:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Eşîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, tiştê ku siyonistan ditirsîne hebûna berxwedanê bi xwe ye û dû re wiha got: “Siyonist dixwazin Taxa Şêx Cerrah bi temametî ji Mislimanan xalî bikin û tê de cihûyan bi cî bikin.Ev siyonist cesareta xwe ji welatên mîna Îngîltere, Fransa, Almanya, Avusturya û nexasim ji Amerîkayê distîne.”

“Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin”

Eşîn di berdewama daxuyanîya xwe de bang li temamê Mislimanan û welatên Îslamê kir û wiha got: “Divê hikûmet di vî warî de hinek gavan bavêje ku di serê van gavan de girtina baregahên Încîrlîk û Kurecîkê tê. Ger ji van deran ji siyonistan re îstîxbarat biçe ev yek bi xwe jî sûceke mezin e. Em bendewar in ku Tirkîye di vî warî de gavine wisa bavêje ku bi vê yekê pêşîya qetlîamên siyonistan bê girtin û welatên Îslamê jî bibin xwedî cesaret û di vî warî de tiştinan bikin.Divê bê zanîn bi şermezarkirinê  êrîşên siyonistan nikare bê sekinandin. Êdî divê ji bo vê yekê serî li rêyên mîna leşkerî, aborî û yên mîna wan bê dayîn. Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin. Ger ev yek bê kirin ew ê gaveke mezin bê avêtin.”

Eşîn di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser yekbûna û yekîtîya axên Filistînê û derheqê pêşnîyaza welatê bi du dewlet a Erdogan a wekî ya li Qibrisê de jî wisa got: “Filistîn bi temametî axa Filistînîyan e. Nabe ku lê du dewlet hebin.”(ÎLKHA)