Gelê Filistînê li dijî êrîşên rejîma terorîst bû yekwucûd

Serokê Daîreya Enformasyonê ya HAMASê Rafet Murre derbarê berxwedana biizzet a gelê Filistînê ya li dijî siyonistên terorîst de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 19.05.2021 13:50:29 / Güncelleme: 19.05.2021 13:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Murre di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, temamê kom, tevger û cemaatên li Filistînê li dijî êrîşên rejîma terorîst bû yekwucûd ku ev yek jî berxwedana li Filistînê ya li dijî siyonistan derxist asteke din.

Murre di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, êdî ew ê tiştek nebe wek berê û dû re wiha got: “Heta bostek axa Filistînê îşxalkiribe û ew der nehatibe azadkirin ew ê berxwedana li dijî siyonistan berdewam bike.”(ÎLKHA)