Li Herêma Kurdistanê biryara di eydê de qedexekirina derketina derve hat betalkirin

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 07.05.2021 13:25:22 / Güncelleme: 07.05.2021 13:25:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, biryara ku berî niha di bergehên tevdîrên coronavîrusê de hatibûn dayîn hatin betalkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, welatî dikarin derkeve û di roja ewil a îdê de dikarin nimêja îdê bikin, lê belê ew ê destûr neyê dayîn ku însan li hev bicivin.(ÎLKHA)