Ji Parlementoya Kurdistanê ji bo Hikûmeta Iraqê: Ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwazin

Parlementoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Enfal û Şehîdên Herêma Kurdistanê derheqê qetlîama Enfalê ya ku berî vê 33 salan hat kirin de raportek hat amadekirin.

Ekleme: 14.04.2021 14:50:11 / Güncelleme: 14.04.2021 14:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin raporta ku hat amadekirin ji 19 maddeyan pêk tê dê ji Hikûmeta Iraqê re bê  teqdîmkirin û ew ê ji hikûmetê bê daxwazkirin ku Iraq ji ber Enfalê ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze û dê bê xwestin ku ji nasên qurbanîyên Enfalê nexasim jî yên herêma Germîyanê re tazmînata maddî û manewî bê dayîn.

Di jenosaîda ku berî vê 33 salan hat kirin de zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin. Dema ku ev qetlîam hat kirin temamê dinyayê xwe li kerrîtî û lalîtîyê danî.(ÎLKHA)