Muhammed Emîn Yildirim ji qedexeya kirina terawîhan a li camîyan re bertek nîşan da

Damezrînerê Weqfa Sîyerê Lêkolîner û Nivîskar Muhammed Emîn Yildirim li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 08.04.2021 10:25:24 / Güncelleme: 08.04.2021 10:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yildirim di daxuyanîya ku belav kir de ji qedexeya ku hat anîn re wisa bertek nîşan da: “Ger hûn li alîyekî kongreyan bikin, hinek tiştan serbest berdin û ji hinek kesan re îmtîyazan bidin û li alîyê din jî lokantayan bigirin, li camîyan kirina terawîhan qedexe bikin û hinek kesan ji hinek tiştan mahrûm bihêlin; ew ê ev yek wan tevdîrên ku divê li hember musîbeta mezin bên standin zeîf û lawaz bike û dê bibe sedema birînên kûr…”(ÎLKHA)