Kamyonet û mînîbus li hev qelibîn: 8 birîndar

Li Xarpêtê mînîbusa ku ji serdana qebristanê vedigerîya û kamyonetek li hev qelibîn.

Ekleme: 19.03.2021 16:20:25 / Güncelleme: 19.03.2021 16:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Taxa Sanayîyê ya Xarpêtê derdora seat 11.45an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 23 ABF 733 a ku ajokarê wê E.G. bû û mînîbusa bi plaqeya 23 EY 778 a ko ajokarê wê E.Y. bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok tevde 8 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)