Saglam: “Zafera Çanakkaleyê mudafayeke ummetê ye”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber salvegera 106emîn a Zafera Çanakkaleyê peyamek belav kir.

Ekleme: 18.03.2021 14:45:27 / Güncelleme: 18.03.2021 14:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, Zafera Çanakkaleyê  yek ji wan micadeleyên muhîmtirîn a li dijî Tifaqa Xaçeperestan e.

Saglam di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, digel ku ji ser vê zaferê zêdetirî sed salî derbas bûbe jî hêj gelekî muhîm e û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ev berxwedan temamê aîdîyet û cudahîyên Ummeta Îslamê, nirxên Ummet û Îslamê wek parçeyekê muhafeze kiriye. Ev zafer bi me daye îspatkirin, ger em bibin yek û tifaqê di nav xwe de saz bikin û bi şûûra Ummetbûnê hereket bikin ew ê destanên mezin karibin bên nivîsandin.”

“Wezîfeya hemû kesî ye ku maneya rastî  ya zafera Çanakkaleyê bi derdorê bidin famkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, tiştê ku li Çanakkaleyê însanan li dijî artêşên herî bi qewet derxist meydanê, şûûra bûyîna Ummet bû û dû re wiha got: “ Tê xwestin li ser vê rûhê bê girtin. Di vê rûhê de gelek ders û ibretên ku divê bên standin hene. Ew kesên ku naxwazin van xalên girîng bibînin ne mumkin e ku meseleya Çanakkaleyê fam bikin.Ew kesên ku rûhê Çanakkaleyê fam nakin hewl didin mudafaya Ummetê  ji şûûra ummetbûnê dûr bixin û bes di nav çarçoveyeke teng de hepis bikin. Ji ber vê hişê seqet û nebaş e ku ev zafera pîroz û navdar dikin mijarên pişkavêtinên piyangoyê û hewl didin wê li gorî berjewendîya xwe bi kar bînin.Bi vî awayî mana zafera Çanakkaleyê têt kuştin. Wezîfeya hemû kesî ye maneya rastî  ya zafera Çanakkaleyê bi derdorê bidin famkirin. Heta ku ev yek neyê kirin û ev mîras ji neslên nû re neyê hiştin ew ê li mîrasa şehîd û gazîyên ku destan nivîsandine nikaribe xwedîtî bê kirin.Ez cardin ji ber salvegera 106emîn a Zafera Çanakkaleyê vê zafera pîroz a Ummetê tebrîk dikim û zêdetirî 257 şehîdan bi rehmet û minnet yad dikim.”(ÎLKHA)